Însiyatîfa Nûn 4’ê Nîsanê pîroz kir

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ya Nûn 4ʹê Nîsanê li gelên şoreşger û bindest pîroz kir û banga bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

Însiyatîfê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û têde ev tişt got:

“Rêber Abdullah Ocalan nimûneya konfedralîzma demokratîk û biratiya gelan bi pêş xist.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya ku Rêber Abdullah Ocalan daye jinan hate kirin û hate gotin:

“Rêber Abdullah Ocalan teqez dike ku şoreşa ku jin cihê xwe tê de nagirin, nabe şoreş.

Rêber Abdullah Ocalan bang dike ku divê jin rola xwe ya pêşeng di civakê de pêk bînin da ku edaleta civakî pêk were.”

Însiyatafa Nûn anî ziman ku ramanê Rêber Abdullah Ocalan ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareserî ye.

Di dawiyê de bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî hat kirin erkên xwe bi cih bînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Back to top button