“NY” HERDU ALIYÊN ŞER VEXWENDÎ MASEYA DANÛSTANDINAN DIKE

Netewên Yekbûyî hişyariyê dide herdu aliyên şer ên Lîbyayê û wan vexwendî maseya danûstandinan dike.

Nûnerê giştî yê NY Antonio Guterres duh raporek der barê rewşa Lîbyayê de belav kir û tê de metirsiya dewamkirina şerê li herêmê anî zimên.

Guterres diyar kir ku ev şer wê rê li ber şerekî navxweyî pir mezin veke, eger aniha rê li ber şer neyê girtin.

Her wiha banga danûstandinan li hemû aliyên şer kir.

Guterres got, çareseriya siyasî piştgiriya civaka navdewletî dixwaze.

Di rapora NY de, nûnerê giştî bal kişand ser metirsiya herikîna çekdar û çeteyên ku hinek alî wan dişînin Lîbyayê û got:

Divê ev yek were rawestandin û çek li Lîbyayê werin qedexekirin.

Di dawiya raporê de, Guterres banga serbestberdana hemû koçber û penaberên di navendên binçavkirinê de ne, kir.

Li gorî serjimariyên NY, ji destpêka Nîsana îsal de, bêhtirî hezar kes hatine kuştin û 120 kes neçarî derketinê bûne.

 

 

Leave a Reply

Back to top button