ŞÊNIYÊN IDLIBÊ LI SER FIROTINA ERDOGAN A IDLIBÊ MUKUR TÊN

Piştî ku serokê rejîma AKP’ê Erdogan serdana Rûsyayê kir û misogeriya parastina nuqteyên xwe yên li Sûriyê li ser hesabê xwîna sivîlên Idlibê bidest xist, bêhtirî 5000 xwepêşandêr bi silogan ”Artêşa Tirk..Artêşa Xayîn e” êrîşî dergeha Bab El-Hewa ya sînorî kirin.
Artêşa Tirk a dagirker jî bêserûber bi gule û gaza rundikriş êrîşî xwepêşandêran kir û bi dehan sivîl birîndar bûn.

Ev silogan beriya çend salan li vê derê dîsan berz bûn, lê li şûna navê Erdogan, navê Beşar bû û li şûna navê artêşa Tirk, navê artêşa rejîmê bû.

Ev der Idlib e… Idliba ku şêniyên wê êdî li xwe mukur tên ku Erdogan ew firotin û bi nirxekî pirr kêm.

Bêhtirî 5000 xwepêşandêr bi siloganên ”Artêşa Tirk..Artêşa Xayîn e”, û ” Tirkiye bi hevkariya Rûsyayê dixwaze Idlibê hilweşîne” êrîşî dergeha Bab El Hewa ya sînorî navbera Idlib û Tirkiyê de kirin.

Lê wekî ku rejîm bi piştgiriya Rûsya û erêkirina Erdogan êrîşî wan dikin, leşkerên dewleta Tirk jî bi gule û gazên rundikrêjê êrîşî wan kir û bi dehan xwepêşandêr birîndar bûn.

Ev hêrsa şêniyên Idlibê di wextekî de derket ku Erdogan, tenê ji bo parastina berjewendiyên xwe, ango parastina nuqteyên xwe yên çavdêriyê li Sûriyê, pişta xwe da Idlibê û misogeriya parastina nuqteyên xwe bidest xist.

Ev yek jî li ser zimanê wezîrê karê derve yê dewleta Tirk Mevlud Çawûşoglo hat ragihandin ku wan ji bo parastina nuqteyên xwe misogeriya Rûsyayê bidest xistine.

Ne tenê wisa, lê belê Çawûşoglo tekez kir ku eger çareseriyek siyasî li Sûriyê peyda bibe, ew ê artêşa xwe ji Sûriyê vekişînin..

Bi vê yekê Erdogan, tenê ji bo tiliya leşkerekî wî birîn nebe, Idlib, şêniyên Ildibê û çeteyên wê firotin..

Jixwe ev senaryo ne nû ye, beriya niha Erdogan li Hema, Heleb û gelek deverên din pişta xwe daye çeteyên xwe û li hember rejîma Sûrî rûbirû mane…wekî ku niha em li Idlibê dibînin.

 

 

Leave a Reply

Back to top button