31’Ê TEBAXÊ RÊJÎMA SÛRÎ AGIRBESTEKE YEKALÎ RADIGIHÎNE

Navenda Lihevhatina Rûsî got ku 31 Tebaxê wê agribesteke nû li Idlibê were ragihandin.
Navenda Lihevhatina Rûsî der barê rewşa li Idlibê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê hêzên rêjîma Sûrî agirbesteke yek-alî di 31 Tebaxê de ragihînin.

Navenda Lihevkirina Rûsî banga tevlîbûna nava prosesa lihevkirineke aştiyane li aliyên şerker kir.

Li aliyê meydanî, hêzên rêjîma Sûrî pêşketinên xwe li rojhilatê herêma Mieret Numan didomîne.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku rêjîma Sûrî 8 gund û gundikên başûr-rojhilatê Idlibê bi dest xistin.

Bi taybatî piştî bidestxistina gundê Xuwên.

Li bakurê Lazqiyê jî hilîkopterên rêjîmê Griên Kebanê armanc girt.

 

Leave a Reply

Back to top button