HRE: LI BABÊ 8 ÇETE HATIN KUŞTIN, 5 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî li darxistin. Di çalakiya li Babê de 8 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

 

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyên xwe yên li Efrîn û Babê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniyê Hêzên Rizgariyê, 28’ê Tebaxê çalakiyeke sabotajê li dijî baregeheke sîxuriyê ya çeteyên Tirkiyê li ser Rêya Vêlat a li navenda bajarê Efrînê li dar xist.

Kuştî û birîndarên dijmin çêbûn, lê hejmara wan ne hat naskirin.

29’ê Tebaxê jî hêzên rizgariyê ji sê milan ve êrîşî baregehên çeteyên Firqet El-Hemze û Sultan Murad yên li gundê Daxilbaş ê herêma Babê kirin.

Şerekî bi çekên sivik û navîn di navbera hêzên rizgariyê û çeteyên Tirkiyê de derket.

Hêzên Rizgariya Efrînê di vî şerî de bi çalakiyeke sabotajê li seyarekî çeteyan xist.

8 çeteyên dagirkiyê Tirkiyê hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Her wiha çekeke AK-47 û dûrbîneke şevê ya çeteyên Tirkiyê ketin destê Hêzên Rizgariya Efrînê.

 

Leave a Reply

Back to top button