LI AMEDÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ DI ROJA 12’AN DE DEWAM KIR

Di roja 12’an de gel li dijî qeyûman dîsa daketin kolanan .
Li Amedê jinan bi meşekê piştgirî da çalakiya rûniştinê ya li dijî erkdarkirina qeyûman ku di roja xwe ya 12’an de ye.
Li Mêrdînê jî çalakî hebû û Dayikên Aştiyê tevlî bûn.

 

Çalakiyên li dijî erkdarkirina qeyûman ser şaredariyên bajarê mezin ên Amedê, Mêrdînê û Wanê tên lidarxistin, didomin.

Li Amedê welatî di roja 12’an de li Kolana Lîseyê li hev civiyan û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Çalakiyê bi silogana “Amed a me ye, Şaredarî ya me ye” dest pê kir.

Devera ku çalakî lê hat destpêkirin, ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin.

DAYÎKÊN AŞTIYÊ TEVLÎ ÇALAKIYA LI MÊRDÎNÊ BÛ

Li Mêrdînê jî çalakiya şermezarkirinê hebû.

Parlamanter û dayikên aştiyê yên ku ji Êlih û Sêrtê hatibûn, li navçeya Artûklû ya Mêrdînê kom bûn.

Dayikên Aştiyê jî, tevlî çalakiya rûniştinê bûn û diyar kirin ku wê qet qeyûman qebûl nekin û li deng û vîna xwe xwedî derkevin.

Polîsan destûr neda ku girseya li hev kombûyî li devera ku her roj lê çalakiyê rûniştinê dihat lidarxistin, rûnin .

Li ser vê yekê girseyê li cihê ku lê bûn, dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

ÎHD: DIVÊ YEKSER HEVŞAREDAR LI PEYWIRA XWE VEGERIN

Her wiha Şaxa ÎHD’ê ya Wanê jî, bertek nîşanî erkdarkirina qeyûm da û xwest demildest peywira hevşaredaran li wan were vegerandin.

Leave a Reply

Back to top button