PIŞTÎ XWEPÊŞANDANA LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK, TIRKIYÊ DERGEHA BAB EL-HEWA GIRT

Piştî ku bi hezaran şêniyên Idlibê bi xwepêşandanekê êrîşî dergeha Bab El-hewa ya sînorî kir, dewleta Tirk dergehê digire.

 

Cavkaniyên xwecihî ji herêmê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker deriyê dergehê Baba El-Hewa yê sînorî, navbera Sûriyê û Tirkiyê de li Idlibê girt.

Girtina Tirkiyê jî dergehê re di encamê xwepêşandana şêniyên Idlibê li dijî dagirkeriya Tirkiyê pêk hat.

Duh bêhtirî 5000 hezar xwepêşander ji şêniyên Idlibê li dijî dagirkeriya Tirkiyê derketin xwepêşandanê.

Şêniyan bi siloganên xwe li ser firotina Erdogan a Idlibê mukr hatin û siloganên weke ”Artêşa Tirk Xayîn e” berz kirin.

Her wiha wêneyên Erdogan jî şewitandin û pêlê kirin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker bi gule û xaza rûndikrêş êrîşî xwepêşanderan kir û bi dehan birîndar bûn.

 

 

Leave a Reply

Back to top button