Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundê Zîban ê bajarokê Busêra yê rojhilatê Dêrazorê, li dijî şaneyên veşartî operasyonek pêk anî.
Di encama Operasyonê de 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirên diyar kirin ku di kemîneke Hêzên wan de şaneyeke veşartî ya çeteyên DAIŞ’ê ku ji 5 çeteyan pêk dihat, hat girtin.
Hate diyarkirin ku kemîn li gundê Zîban ê girêdayî bajarokê Busêra yê rojhilatê Dêrazorê hat dayîn.
Hêzên Ewlekariyê ragihand ku erka vê şaneyê ew e ku destek û alîkariyê bide şaneyên li Dêrazorê da ku tevlihevî û teqînên mezin pêk bînin,
Di dema borî de Hêzên Ewlekariya Hundirîn, gelek çalakî li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên veşaratî pêk anîn û gelek çete jî girtin.