HIMKET HEBÎB: DEWLETA TIRK DIXWAZE SÛRIYÊ PARÇE BIKE

Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD Hikmet Hebîb têkildarî bazarên dawî yên navbera Tirkiye û Rûsyayê ya girêdayî parêzgeha Idlibê ji ajansa Hewarê re axivî.

Hikmet Hebîb diyar kir ku di encama projeya herêmên kêm-şer a navbera Rûsya, Îran û Tirkiye de, hemû komên çete yên li Sûriyê li Idlibê hatin bicihkirin.

Hebîb li ser hevdîtina Serokê Rûsya Vladimir Putîn û yê Tirkiye Erdogan jî wiha got:

“Tişta ku mirovan diêşîne ew e ku aliyên Sûriyê ji biryardayînê hatine dûrxistin.

Rûsya li ser navê rêjîmê diaxive û dewleta Tirk jî li ser navê çeteyan diaxive û li gorî berjewendiyên xwe biryaran didin.

Em dibînin ku bazar di navbera her du dewletan de hene û hê jî nehatine eşkerakirin.”

Endamê Desteya Rêveber a MSD diyar kir ku ku ew wekî MSD’ê li dijî bazarên bi vî rengî ne û wiha domand:

“Wekî MSD’ê em ji bazarên wiha bi fikar in.

Divê ji bo rawestandina rijandina xwîna welatiyên Sûriyê em baldar in.”

Hikemet Hebîb anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze Sûriyê parçe bike û got, divê dewleta Sûriyê bi riya diyaloga Sûrî -Sûrî rê li pêşiya van planan.

Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk amade ne li hemberî hemû êrîşan li ber xwe bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Em ê projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.”

Leave a Reply

Back to top button