POMPU: JI BO KIRÎZA SÛRÎ, PÊWÎSTÎ BI GAVÊN NÛ DI PÊVAJOYA SIYASÎ DE HEYE

Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Mike Pompu diyar kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, pêwîstî bi avêtina gavine nû di pêvajoya siyasî de hene.

 

ompu di civîneke li gel nûnerê Netewên Yekbûyî ji bo aloziya Sûriyê Geir Pederson de destnîşan kir ku pêvajoya siyas ya aloziya Sûrî pêwîstiya wê bi avêtina gavên nû heye.

Pompu dilgiraniya xwe ji ber êrîşên rejîma Sûrî li ser Idlibê destnîşan kir û got:

Rewşa mirovî li Idlibê gihaştiye asteke xerab, divê yekser şer li van herêman were rawestandin.

Di heman çarçoveyê de serokê dewleta Tirk Erdogan jî ragihand ku geşedanên dawî yên rejîma Sûrî li Idlibê nayên qebûlkirin.

 

ERDOGAN: PÊŞKETINÊN LI IDLIBÊ NAYÊN QEBÛLKIRIN

Erdogan li xwe mukr hat ku tevî hişyariyan jî, nuqteyên wî ev çend car in ji aliyê rejîmê ve tên armancgirtin.

Her wiha destnîşan kir ku şerê li Idlibê dibe sedema koçbûna şêniyên herêmê ber bi Trirkiyê ve.

Duh jî û bi armanca derbasbûna Tirkiyê, bi hezaran şêniyên Idlibê bi xwepêşandaneke mezin berê xwe dan dergeha Bab-El Hewa ya sînorî û bi silogana ”Artêşa Tirk Xayîn e” êrîşî dergehê kir.

 

 

 

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close