ŞÊXÊ ÊLA CEWALA: NAMEYA OCALAN JI BO ME CIHÊ SERFIRAZIYÊ YE

Ji şêxên êla Cewala Ebdulrehman El-Reşîd bal kişand ser nameya dawî ya Rêber Ocalan û got: Nameya Ocalan ji bo me cihê serferaziyê ye. Em ê heta dawî asta têkoşîna xwe mezin bikin.

 

Rêberê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya 12’ê Tebaxê de silav ji gelê Ereb ê li Sûriyê re şand.

Elên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûrî helwest mezin nîşanî nameya Rêber Ocalan dan.

Ji rûspiyên êla Cewala ya li herêma Cizîrê Şêx Ebdulrehman El-Reşîd derbarê nameya Rêber Oclan de ev nirxandin kir:

Nameya ji rêberekî leheng mîna Ocalan ji bo cihê serferaziyê ye.

Hêzê dide me ku em têkoşîna avakirina jiyaneke azad mezintir bikin.

Divê em wek êlên ereb hevgirtina xwe li gorî rêgeza netewa demokratîk xurtir bikin.

Hemû pêkhateyên Suriyê ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk gelek şehîd dan, ji bo vê yekê jî divê em bi her rêbazî parastina axa xwe bikin û hevgirtina xwe xortir bikin, da ku em bibin bersiv ji gefên dewelta tirk li ser herêmê.

Şêx Ebdulrehman El-Reşîd nirxandina xwe wiha bi dawî kir:

Divê êlên Ereb li pişt hêzên xwe yên leşkerî bin û yekîtiya xaka Sûriyê biparêzin.

Ji ber vê yekê em ê di têkoşîna xwe de berdewam bin,

Leave a Reply

Back to top button