ÊŞKENCEYA LI ÎMRALIYÊ SERLÊDANA MALBATAN A JI BO ÎMRALIYÊ HAT REDKIRIN

Malbata Rêber Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Dozgeriyê carek din serlêdana malbatan red kir. 

 

Mehmet Ocalan û wasiyê Rêber Ocalan ji bo biçin Îmraliyê bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn.

Serdozgeriyê serlêdana wan red kir.

Her wiha xizmên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dabûn û serdozgeriyê serlêdana wan jî red kir.

Ji 15’ê Tîrmeha 2015’an heta niha malbat tenê, 5’ê Hezîranê û 12’ê Tebaxa 2019’an de karibûne biçin Îmraliyê.

Leave a Reply

Back to top button