AHMET TURK: EV DARBE LI DIJÎ HIQÛQ Û WEKHEVIYÊ YE

Hevşdarên bajarê mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag darbeya 19’ê Tebaxê weke bêbextiya li dijî kurdan bi nav kirin û gotin:
Gelê Kurd di hilbijartina 31’ê Adarê de helwesta xwe li ser demokrasiyê diyar kirin û dengên xwe ji bo guherîn û veguherîneke demokratîk danîne.

Helwesta li dijî darbeya 19’ê Tebaxê ya li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê Amed, Wan û Mêrdînê didome.

Hevşdarên bajarê mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag ji Ajansa ANF’ê re axivîn.

Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Mêrdinê Ahmet Turk diyar kir ku êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û dagirkeriya li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê nêzî hev in û got:

Gelê Kurd di hilbijartina 31’ê Adarê de helwesta xwe li ser demokrasiyê diyar kirin û dengên xwe ji bo guherîn û veguherîneke demokratîk danîne.

Turk diyar kir Kurdan li dijî nehiqûqî, nedadî û newekheviyê helwesta xwe nîşanda û Tirkiye ji bo ku muxelefeta Kurd bêdeng bike, siyasetê dike.

Turk darbeya 19’ê Tebaxê wek bêbextiya li dijî kurdan bi nav kir û wiha anî ziman:

Gelek derdorên civakî dîtin ku darbeya siyasî ya 19ê Tebaxê ti têkiliya xwe bi hiqûqê û dadê re tineye.

Her wiha dîtin ku bêbextiyên ku dikin ne rast in.

Niha li Rojhilata Navîn geşedanên girîng hene, Kurd li Rojhilata Navîn aktorên girîng in û pêşengên guherîn û veguherînê ne.

Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Mêrdinê Ahmet Turk nirxandina xwe wiha bi dawî kir:

Divê Kurd li dijî dagirkeriya qeyûman bi hev re têbikoşin.

Xwezî helwesta rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi qasî ya CHP’yiyan jî hebûya.

Lê bêdeng in. Ev bêdengî wan kesên ku li ser Kurdan van polîtîkayên giran rê ve dibin wêrek dike.’

 

FÎGAN: EV DARBE ZILIM E Û NAYÊ QEBÛLKIRIN

Di heman çarçoveyê de Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Mêrdinê Fîgen Altindag nêrîna xwe wiha şîrove kir:

Ev dgairkerî li dijî vîna gel e.

Ev gav ji zû ve plana wê hatiyr kirin.

Ev zilim e û nayê qebûlkirin

Leave a Reply

Back to top button