Dîwana Hevseroktiya KCDK-E jî bi heman boneyê bang li her kesî kir ku bi coşekê berê xwe bide meydanan.
Dîwana Hevseroktiya KCDK-E’yê bi boneya 1’ê Îlonê daxuyaniyek da.
KCDK-E îşaret bi dagirkirina şaredariyên HDP’ê ji aliyê faşîzma AK-MHP’ê ve kir û got:
Dagirker dixwazin bi darê zorê vîna gel ji wan bistîne.
Faşîzm li hemberî têkoşîna hevpar a gelê Kurd û hêzên demokrasiye ketiye zorê.
Bloka faşîst ji hev difişkile.
Bi van êrîşan jî dixwaze qelsiya xwe binixumîne .
KCDK-E’yê êrîş û gefên dagirkeriya Tirkiyê li ser başûr û rojavayê Kurdistanê jî bi bîr xist.
KCDK-E ji bo ku daxwazên xwe yên mafdar bêjin bang li her kesî kir bi girseyî tevlî mîtîngên 1’ê Îlonê bibin.