MEHA TEBAXÊ JI BO ERDOGAN A HERÎ XIRAB BÛ

Di van rojên dawî de pêşketinên lezgîn der barê aloziya Sûrî bi giştî û Idlibê bi taybetî rû dan.

Komên çete tevî piştevanê wan hikûmeta AKP têk diçe.

Pêve girêdayî ragihandina agirbesta yek-alî ya sibeha îroj.
Û xwepêşandanên duh li ber dergeha Bab el-Hewa tevî şewitandina fotoya Erdogan.
Ev hemû bi hev re radigihînin ku aloziya Sûrî li benda pêşketinên nû di meha bê de.

 

Di dîroka aloziya Sûrî de, meha Tebaxê ji bo Erdogan ya herî xirab bû.

Eger mirov pêşketinên dawî yên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî û yên li Idlibê di ber çavan re derbas bike, wê bibîne ku meha Tebaxê berovajî xewnên Erdogan bû.

Di nava 2 hefteyên borî de, artêşa rêjîma Sûrî li Idlib û Hemayê pêşketinên mezin bi dest xistin.

 

ERDOGAN LI SÛRIYÊ DERBEYÊN SIYASÎ YÊN GIRAN XWAR

Li beranberî wan pêşketinan, rêjîma AKP derbeyên siyasî yên giran xwar.

Ji qedexekirina derbasbûna karwana leşkerî ber bi Xan Şêxûnê ve, dorpêçkirina noqteya kontrolê ya 9’an, heya xwepêşandanên li ber dergeha Bab el-Hewa û şewitandina fotoya Erdogan ji aliyê Idlibiyan ve.

 

BI SLOGANA “ERDOGAN IDLIB FIROT” IDLIBÎ DAKETIN QADAN

Li gorî çavkaniyên çeteyan, derketina wan xwepêşandanan encama teoriya “Erdogan Idlib firot” dest pê kir.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên weke opozisyon xwe didin nasîn, dibêjin ku rêbazên çeteyên Heyet Tehrîr el-Şam û yên artêşa Tirk mîna hev in, ji ber herdu aliyan gule li xwepêşandêran barandin.

 

BI MEBESTA ALÎKARIYA ERDOGAN, MOSKO AGIRBEST RAGIHAND

Ya balkêş di pêşketinên rojên dawî de ev e, Mosko destê alîkariyê dirêjî dewleta Tirk kir û ji sibeha îroj ve agirbest ragihand, da ku fişarên li ser Erdogan sivik bike.

Li ser erdê jî, bajarokê Mi’eret Numan armanca sereke ya rêjîma Sûrî ye, da ku bikaribe riya navdewletî ya M5 Heleb-Hema û M4 Heleb-Lazqiye careke din veke û bi kar bîne.

Heya ku ev pêk were jî, wê çeteyên Heyet Tehrîr el-Şam ber bi rojavayî riya navdewletî ve vekişin.

Leave a Reply

Back to top button