Mezlûm Ebdî êrişa li ser balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir

Fermandarê giştî yê QSDʹê Mezlûm Ebdî êrişa li dijî balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir û got:
“Ew ê hevkariya xwe ya li gel hevkarên xwe yên li Silêmaniyê bidomînin.”

Mezlûm Ebdî têkildarî vê yekê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir û got:

“Em êrişa ji aliyê Tirkiyeyê ve ya li dijî balafirgeha Silêmaniyê şermezar dikin.

Ev binpêkirin li Iraq û Sûriyeyê dewam dikin û bandorên wê yên xeternak li ser herêmê hene.

Helwesta Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê ya “piştevaniya bi birayên xwe yên li Sûriyeyê” dewleta Tirk aciz dike.

Mezlûm Ebdî tekez kir ku Ew ê hevkariya xwe ya li gel hevkarên xwe yên li Silêmaniyê bidomînin..

Back to top button