ASAYÎŞ PÊŞMERGE KAWE HESEN OREMARÎ LI ŞÊLADIZÊ BINÇAV KIR

Pêşmergerê bi navê Kawe Hesen Oremarî li Şêladizê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat binçavkirin.

 

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatiye girtin, duh pêşmergeyê bi nave Kawe Hesen Oremarî li bajarokê Şêladizê yê Amediyê ji aliyê hêzên asayîşa herêmê ve hat binçavkirin.

Li gorî agahiyan pêşmergeyê hatiye binçavkirin birine girtîgeha Mesîf a Hewlêrê.

Hefteya borî jî fermandarekî pêşmergeyan yê bi navê Elî Îsa yê Oramarî li gel çar hevalên xwe li Amediyê ji aliyê asayîşa herêmê ve hat binçavkirin.

Her wiha pêşmergeyê bi navê Newzad Mistefa Doskî jî li Şêladizê û 4 ciwanên ji êla Rêkanî jî hatibûn binçavkirin û ti agahî heta niha derbarê wan de ne hatin bidestxistin.

Leave a Reply

Back to top button