RÊXISTINA EFÛ: DIVÊ LI SÛRIYÊ OFÎSEKE LÊPIRSÎNÊ JI BO VAN KESAN BÊ AVAKIRIN

Bi boneya roja cîhanî ya ”Kesên Çarenûs-nenas”, Rêxistina Efû ya Navdewletî diyar kir ku rejîma Sûrî mijara kesên bi neçarî hatine girtin paşguh kiriye û ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

 

Rêvebera Bîroya Lêkolînan a Rêxistina Efû ya Navdewletî li Rojhilata Navîn Lîn Malûf diyar kir ku heta niha civaka navdewletî der barê mijarê de ti xebatên liberçav nekirine.

Lîna Malûf destnîşan kir ku li Sûriyê ji bo kesên çarenûsa wan nediyar, ne rejîma Sûrî û ne jî dewletên garantor ên xwedî rol di aloziya Sûrî de tiştek nekirine.

Malûf tekez kir ku barê van kesên hatine girtin û wendayî mane, li ser milê malbatên wan maye.

Rêvebera Bîroya Lêkolînan a Rêxistina Efû ya Navdewletî li Rojhilata Navîn Lîn Malûf bang li Rûsya, Îran û rejîma Sûrî kir ku ji bo naskirina çarenûsa van kesên ku hatine girtin û ti agahî der barê wan de nînin, ”bîroyeke lêkolîn û lêpirsînê” li Sûriyê vekin.

Hêjayî gotinê ye ku her sal 30’ê Tebaxê weke roja cîhanî ya ”Kesên Çarenûs-nenas” tê naskirin.

 

Leave a Reply

Back to top button