HPG: LI ÇELA COLEMÊRGÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakî lidarxistin. Di encamê vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin.
Her wiha Gerîla Tv dîmenê çalakiya 15’ê Tebaxê ya çalakiya li Xeregol û Girê Leylekê weşand.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan 30’ê Tebaxê bi serkeftî li leşkerên dagirkeriya Tirkiyê yên li Girê Serzer ê navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin.

4 leşker hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûn.

HPG’ê diyar kir ku 27’ê Tebaxê artêşa dagirker li herêma Girgavê û Tirba Eshed yên herêma Masirô ya navçeya Êlkê ya Şirnexê operasyon da destpêkirin.

Di operasyonê de zext li gel hat kirin, lê heman rojê saetên şevê de û bêyî ku encamek bigire paşve vekişiya.

GERÎLA TV DÎMENÊN ÇALAKIYÊN LI GIRÊN XEREGOL Û LEYLEKÊ WEŞAND

Her wiha Gerîlla TV dîmenên çalakiya li dijî Girê Xeregol û Leylekê weşand.

HPG’ê derbarê çalakiyan de ev agahî da:

Gerîla bi armanca silavkirina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê roja 16’ê Tebaxê li dijî artêşa Tirk ku li Girê Leylek yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi cih bûbûn, çalakiyek lidar xist.

Di encama vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin, gelek jî birîndar bûn.

Her wiha gerîlî derbasî çeperên dijmin bûn û gelek çek û cebilxane jî desteser kirin.

26’ê Tîrmehê jî gerîla li dijî leşkerên ku ewlehiya riya Girê Xeregolê ya Çelê digirtina çalakî li darxistin.

Di encama vê çalakiyê de 11 leşker hatin kuştin 2 jî birîndar bûn.

 

Leave a Reply

Back to top button