LI AMEDÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ DI ROJA 13’AN DE DEWAM KIR

Di 19’ê Tebaxê de hevşaredarên Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywirê hatin girtin û şûna wan qeyûm hatin erkdarkirin.
Ji wê rojê heta niha, çalakiyên şermezarkirinê bênavber didomin.
Li Amedê îro dîsa çalakiya rûniştinê bi stranên ‘berxwedanê’ dest pê kir.

 

Çalakiyên parlamenterên HDP’ê, hevserokên şaredariyan û gel ên li dijî erkdarkirina qeyûman dewam dikin.

Çalakiya rûniştinê ya Amedê ya ku li dijî qeyûman hatiye destpêkirin di roja xwe ya 13’an de didome.

Girse li Kolana Liseyê kom bû û siloganên “Em ê serî hildin û bi ser bikevin”,”Li dijî qeyûman em bibin yek” hatin berzkirin.

 

LI ÎSKENDERÛNÊ LI DIJÎ QEYÛMAN BERTEK DERKETIN

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên navçeya Îskenderûn a Hatayê, li Parka Bayacilar daxuyanî dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî şer aştî,” “Ji qeyûman re na, dest nede vîna gelan” hatin hilgirtin.

Girseya ku beşdarî daxuyanî bibû, bênaber dirûşmeyên “Bijî aştî” û “Mirov bi mafên xwe hene.

Ji şer re na, demildest aştî” berz kirin.

 

 

Leave a Reply

Back to top button