MEZLÛM EBDÎ JI “THE GUARDIAN” RE: HOL WEKE BOMBEYEKÊ LI BER TEQÎNÊ YE

Fermandarê giştê yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî têkildarî rewşa li Kampa Holê ji rojnameya The Guardian a Birîtanî re axivî.
Ebdî got ku Kampa Hol weke bombeyekê li ber teqînê ye.

Mezlûm Ebdî behsa xetirya rewşa li kampa Holê kir û bang çareseriyekê ji rewşa heyî re kir.

Ebdî ji rojnameyê re got:

Kampa Holê bûye weke bombeyekê li ber teqînê, çareseriyek hêsan nîne.

Fermandarê giştê yê QSD’ê Mezlûm Ebdî da xwiyakirin ku ger girtiyên biyanî li welatên wan werin şandin jî, dîsa wê gelek girtî bimînin ku piraniya wan ji Sûrî û Iraqê ne.

Ebdî diyar kir ku ger ev kes jinûve newin perwerdekirin wê pirsgirêka heyî li çend salan din jî dewam bike.

Hêjayî gotinê ye ku ji sala 2016’an ve derdroa dehhezar Iraqî û Sûrî li kampa Holê bi cih bûn ku ji DAIŞ’ê reviyabûn.

Lê di şerê dawî li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Baxozê ya dikeve gundewarê Dêra Zorê derdora 60 Hezar jin û zarok li kampê bi cih bûn ku piraniya wan bi DAIŞ’ê ve girêdayî ne.

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button