QSD YEK JI XETERTIRÎN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê LI DÊRA ZORÊ GIRT

Hêzên Sûriya Demokratîk yek ji xetertirîn çeteyên DAIŞ’ê girt.
Çeteyê Belçîkî bi pêkanîna gelek sûcan tê naskirin û destê wî di êrîşên li ser Fransa û Belçîka de heye..
Her wiha Hêzên Ewlekariya Hindirîn jî, berpirsên teqîna bajarokê Siwer girtin.

Xwînmijê DAIŞ’î di destê hêzên me de ye..

Bi vî serenavî, navenda Ragihandina QSD’ê girtina çete Enwer Ebdulrehamn Hedûşî yê Belçîkî ragihand..

Xetertirîn çeteyê DAIŞ’ê, bi destê Yekîneyên Antî Teror ên QSD’ê li gundewarên Rojhilatê Dêra Zorê hat girtin..

QSD’ê eşkere kir ku, piştî gelek lêkolîn û şopnadina çete, operasyona wan bi ser ket..

Çeteyê Belçîkî Hedûş, ji pêkanîna gelek sûcan berpirsyar e û tê gotin, destê wî di plankirina êrîşên li ser Parîs û Birukselê yên sala 2015’an de heye..

3 BERPIRSÊN TEQÎNA BAJAROKÊ SIWER GIRTIN

Her wiha Ajansa Hawarê li ser zimanê berpirsekî hêzên Ewlekariyê ragihand ku, piştî teqînekê li navenda Tendurisityê ya bajarokê Siwer, deriyên ketin û derketina bajarok kontrol û lêkolîn kirin.

Di encamê de, sê kesên berpirsên teqînê hatin girtin.

Li gorî heman dezgehê, piştî lêpirsîna bi wan re, li xwe mikur hatin ku, wan teqîn pêk aniye.

Berî du rojan jî, hêzên Ewlekariyê û QSD’ê bi operasyoneke taybet, 5 çeteyên şaneyek DAIŞ’ê li gundê Zîban ê bajarê Busêra girtin.

Leave a Reply

Back to top button