KOALÎSYONA NAVDEWLETÎ: QSD MEKANÎZMEYA EWLEKARIYÊ LI SER SÎNOR DIPARÊZE

Piştî lihevkirina sêalî, Koalîsyona navdewletî gavên QSD’ê di vê pêvajoyê de erênî dinirxîne.
Her wiha dide zanîn ku, bi hevkariya QSD’ê 225 çeteyên DAIŞ’ê di vê demê de hatine girtin.

Koalîsyona navdewletî diyar kir ku bi vekişîna hêz û çekên QSD’ê yên giran ji ser sînorê Sûrî-Tirkî,
ew piştgiriya mekanîzmeya ewlehî dikin û wê diparêzin.

Koalîsyonê nîşan bi giringiya xebatên berdewam ên QSD’ê kir ku ew ewlehî û aramiyê li bakur-rojhilatê Sûrî peyda dikin.

Fermandarê koalîsyona navdewletî Eric T.Hill der barê vê yekê de wiha got:

Operasyonên hevkarên me li dijî DAIŞ’ê dewam dikin û li ser pêşerojeke bêyî DAIŞê dixebitin.

Kaolîsyonê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 4 mehên dawî de bi hevkariya QSD’ê, 225 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin û 2 ton teqemenî hatin bêbandorkirin.

Roja Pêncşemê Yekîneyên Parstina Gel YPG’ê ji devera navbera Serê Kaniyê û Girê Spî vekişiya.

Ev yek piştî lihevkirina sêalî ya di navbera Waşington, Enqere û QSD’ de pêk hat.

Leave a Reply

Back to top button