Li Xaneqînê çeteyên DAIŞ’ê bombe li 2 çêlakan bar kirin û şandin nava gund. Piştre jî ew herdu çêlek teqandin. Di encama teqînê de jî sivîlek birîndar bû.
Li gundê Îslah ê bajarokê Gulale yê Xaneqînê ya ser bi Diyala ve, şeva din seet di 10’an, 2 çêlekên bombebarkirî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin teqandin.
Keyayê gundê Îslah Seîf Star li ser bûyerê ev agahî dan ajansa Rojnews’ê:
“Her roj xwediyê lawiran, lawirên xwe dibin ser rûbarê Sîrwan û bi şev jî lawir bi xwe vedigerin nava gund.
Çeteyên DAIŞ’ê jî bombe li 2 çêlekan bar kirin. Dema ku çêlek derbasî nava gund bûn, hatin teqandin.”
Ji ber teqînê, welatiyek bi sivikî birîndar bû.
Herwiha çêlek jî telef bûn û paceyên malên gund hatin şkandin.