CENTCOM: Li Dêra Zorê hêzên Koalîsyonê bûn armanca êrişekê

Fernandariya Artêşa Amerîkayê CENTCOMê ragihand ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûrî, hatine moşekbarankirin. CENTCOMê eşkere kir ku duh hêzên koalîsyonê yên li kargeha Konîkê ya Gazê li Dêra Zorê, bûne armanca moşekekê, lê tu ziyanên canî çênebûne.