DRONEKE ÎSRAÎLÎ AGIR BI DARISTANÊN SÎNORÊ YÊN LIBNANÊ XIST

Droneke Îsraîlî agir bi daristanên devereke sînorî ya Libnanê xist.

 

Artêşa Libnanî ragihand ku droneke Îsraîlî derbasî asmanê welêt bû û madene bi ser daristanên sindiyanê li ser sînor de berda.

Di encamê de, agir bi daristanên herêmê ket.

Artêşa Îsralî jî ji aliyê xwe ve got, agir li deverke Libnanî ya sînorî rû da, ev şewat jî encama operasyonên hêzên me li deverê bû.

Duh, ajasna nûçeyan a Libnanî ragihand ku artêşa Îsraîlî bêhtirî 30 bombeyên bironî bi ser beşekî sînorê herdu welatan de avêt.

Di vê çarçoveya tengejîner de, artêşa Îsraîlî hûrguliyên projeya moşekên ku Hizbellaha Libnanî ji Îranê wergirtiye, eşkere kir.

Her wekî nav û wêneyên kesayetine Libnanî û Îranî yên bi vê yekê ve radibin, belav kirin.

Berî çend rojan jî, 3 dronên Îsraîlî derbasî asmanê Libnanê bûbûn, lê piştî artêşa welêt bi tifinkan li wan reşand, dîsan zivirîn Îsraîlê.

 

Leave a Reply

Back to top button