HÊZÊN RIZGARIYA EFRÎNÊ NASNAMEYA ŞERVANEKÎ XWE EŞKERE KIR

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nivîskî nasnameya şervanekî xwe eşkere kir.

 

Hêzên Rizgariya Efrînê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Şervanê me Elî Salih bi nasnav Zinar Canşêr li navçeya Şêrawa ya Efrînê di encama krîza dil de şehîd bû.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrînê dagir kirin, Zinar Canşêr tevlî refê me bû.

Şehîd Zinar, erk û berpirsyariyên ku di berxwedanê de li ser xwe wergirtibûn, bi biryardariyeke xurt bi cîh anî.

HRE sersaxî ji malabata şehîd re xwe û soza rizgarkirina Efrînê da.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Elî Salih bi nasnav Zinar Canşêr, li Raco ya Efrînê ji dayik bû, 29’ê Tebaxa 2019’an li navçeya Şêrawa ya Efrînê şehîd bû.

 

Leave a Reply

Back to top button