YPG: Em hevrê Şahîn Cûdî bi bîr tînin

YPG’ê bi daxuyeniyekê ragihand ku şervanê wan Şahîn Cûdî dem ji bo dermankirina birînên xwe çûbû Başûrê Kurdistanê û di vegerê de, di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî şervanê xwe Şahîn Cûdî bi bîr anî.

Di daxuyaniyê ev tişt hat gotin:

Yek ji lawên leheng, ê gelê Kobanê ku pêngaveke nû derxistiye holê hevalê me Şahîn e.

Dema ku li Kobanê çiruska şoreşê hat pêxistin, Heval Şahîn bi gelek hevalên xwe re yekemîn car li Helebê Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz ava kir.

Piştî rizgarkirina Kobanê û bajarên din Şervanê me Şahîn li Kobanê, Minbic û Efrînê xebatên xwe yên bi vî rengî meşandin.

YPG’ê di dewamê de ev tişt got:

“Hevrêyê me Şahîn Cûdî di şerê li hember DAIŞ’ê de birîndar bûbû, ji bo dermankirina birîna xwe çûbû Başûrê Kurdistanê.

Di vegerê de, 30’ê Cotmehê 2018’an, di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de gihîştibû şehadetê.

YPG sersaxî ji malbata şehîd Şahîn re xwest û soza domandina rêiya şehîdan da.

Gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameya şehîd weha ye.

  • Nasnav: Şahîn Cûdî
  • Nav û Paşnav: Fadil Şahîn
  • Navê Dayikê: Edûl
  • Navê Bav: Mehmûd
  • Cih û Dîroka Şehadetê: Başûrê Kurdistanê, 30 Cotmeh 2018
Back to top button