CIVAKNASÊ EMERÎKÎ WALLERSTEIN DI 89 SALIYA XWE DE JIYANA XWE JI DEST DA

Civaknasê Emerîkî Immanuel Maurice Wallerstein di 89 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwedê.

 

Civaknasê Emerîkî Wallerstein di sala 1930’an de li New Yorkê ji dayik bûye û perwerdeya xwe li zanîngeha Columbiayê pêk anî.

Di sala 1951’an de lîsansa xwe, di sala 1954’an de master û di sala 1959’an de jî doktora xwe ya felsefeyê kir.

Wallersteîn bi xebatên xwe yên li ser globalîzmê dihat naskirin.

Ji ber rexneyên wî yên tund ên li ser kapîtalîzma global û desteka li tevgerên dij-pergalê ew anî asta Noam Chomsky û Pîerre Bourdîe ku bi têkoşîna xwe ya dijî globalîzmê têne nasîn.

Civaknasê Emerîkî Immanuel Maurice Wallerstein li gel Murray Bookchîn yek ji wan nivîskaran bû ku rêber Ocalan ew ji bo xwe mînak digirtin.

Rêber Ocalan di 5’ê gulana sala 2004’an bi nameyekê ku bi riya parêzeran ji bo Bookchîn nivîsî, digot, yek ji nivîskarê ku bandor lê kirî Immanuel Maurice Wallerstein e.

 

 

Leave a Reply

Back to top button