ILHAM EHMED:BI HEVSENGÎ Û HEVGIRTINA HUNDRÎN WÊ ALOZIYA SÛRÎ ÇARESER BIKE

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed di hevdîtina êlên Firatê de axivî û diyar kir ku hevgirtina hundirîn çareseriya aloziya Sûriyê ye û armanca sereke vegeradina Efrînê ye.
Berdevkê giştî yê PYD’ê Salih Mûslim jî teqez kir ku bi pêk anîna makenîzmeya ewlekariyê wê gefên Tirkiyê li ser herêmê bên rawistandin.

 

Êlên herêma Firatê li dijî gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî hevdîtinek li Girê Spî lidar xist.

Tê de şêxên êlên Eerb, Kurd, Turkmen û hwd amade bûn..

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed têkildarî aloziya Sûrî û dewlerdana aliyên derve jê re diyar ku, bi destwerdana van welatan re, alozî kûrtir dibe..

Îlham Ehmed, berpirsiyartiya mezin a derbasbûna van hêzan da ser milê Rêjîmê û teqez kir, eger Rejîm gavên nû ji bo çareseriya aloziya biavêje, wê hêzên derve nikarîbûna destwerdanê bikin..

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê desntîşan kir ku, divê çareserî navxweyî be û bi vî awayî behsa çareseriyê dike..

“Divê hevsengî ser stratejiya demokratîk ji bo çareseriyê çêbibe. Derktina DAIŞ`ê û komên din ji ber ne hevsengiya hundirîn û destwerdana derve çêbû. Em zivirînek dîrokî nû ku xizmeta çareseriyê bike xêz dikin. Heta bi destûra nû jî, eger bê nûnertiya gelê sûriyê were nivîsandin wê çareseriyê misoger neke”

 

ILHAM EHMED: ARMANCA ME YA SEREKE VEGERANDINA EFRÎNÊ YE

Di hevdîtina ku hemû nerîn li dijî gefên Dewleta Tirk de, Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed diyar kir ku, ew êrîşî ti kesî nakin..

Meclisên leşkerî jî wê berpirsyariya parastina sînorê bikin.

Ji bo vê jî, heta ku aramî pêk were wê diyalogê bi Şamê re bikin..

Îlham Ehemd teqezî li ser wê yekê kir ku, aramnca wan, parstina herêmê û vegerandina Efrîn e..

Têkildarî herman mijarê Berdevkê PYD’ê Salih Mûslim destnîşan kir ku bi makanîzmeya ewlekariyê wê gefên Tirkiyê yên li ser herêmê bên rawestandin.

Leave a Reply

Back to top button