Li kampa Eyn Îsa ji bo zarokan rêveberiya kampê bi hevkariya rêxistinên mirovî dibistanan vedike.
Hejmara xwendekarên dibistanên kampa Eyn Îsa 2 hezar û 960 e .
Li dibistana Qube hezar û 185 xwendekar û li dibistana Wîfaq jî hezar û 275 xwendekar hene.
Li dibistanên kampê materyalên erebî, bîrkarî, zanyarî û inglîzî tên dayîn.
Her weha dibistanên ku rêxistinan vekirine jî materyalên navneteweyî tên dayîn.
Endamê rêveber ê kampa Eyn Îsa Celal Eyaf bang li rêxistinên mirovî kir ku piştgiriya beşa perwerdeyê bikin û navendeke tenduristiyê li dibistanên kampê vekin.