GUHERTINA DEMOGRAFÎK Û REVANDINA SIVÎLAN LI EFRÎNÊ DIDOME

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker kiryarên xwe yên bi armanca guhartina demografiya herêma Efrînê didomînin.
Ji aliyekî ve fişaran li şêniyan bi riya revandina wan pêk tînin, ji aliyekî din ve jî, malbatên xwe ji Idlibê tînin û li gund û navçeyên Efrînê bi cih dikin.
Herî dawî jî, 20 sivîl ji gundê Maratê hatin revandin, û li Bilbilê jî 800 malbatên çeteyan ên ji Idlibê hatin, bi cih bûne.

ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRK 20 SIVÎL JI GUNDÊ MARATÊ REVANDIN

Revandina şêniyên resen ên Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve didome.

Hat zanîn li gundê Maratê yê girêdayî bajarê Efrînê bêtirî 20 sivîlan hatin revandin.

Ji nava wan kesên revandî, tenê navên 3 kesan hat zanîn:

– Elî Hesen
– Xelîl Mihemed
– Elî Çeqelî

LI GUNDÊ COQÊ 3 SIVÎL HATIN REVANDIN

Her wiha çeteyên dagirkeriya Tirk ên bi navê el-Hemzat bi ser gundê Coqê yê girêdayî bajarê Efrînê de girt.

Di encama serdegirtinê de 3 sivîl hatin revandin.

Lê hema tenê navê yekî hat zanîn ew jî, Henîf Îsa ye.

4 SIVÎL JI GUNDÊN NAVÇEYA CINDIRÊSÊ HATIN REVANDIN

Li navçeya Cindirêsê jî 4 sivîl ji aliyê çeteyan ve hatin revandin, navên wan jî ev in:

– Mistefa Xêro Mamkêlo ji gundê Aşka Xerbî
– Mihemed Remzî Xelîl ji gundê Hec Hesna
– Ebdo Mistefa Mihemed ji gundê Xalta
– Mihemed Mistefa ji gundê Xalta

800 MALBATÊN ÇETEYAN JI IDLIBÊ DERBASÎ NAVÇEYA BILBILÊ BÛNE

Li aliyê din, ji ber topbarana balafirên rêjîma Sûrî û yên Rûsyayê li ser Idlibê, hejmarên mezin ji malbatên çeteyan berê xwe didin Efrînê.

Li gorî agahiyên ji herêmê ketin dest, hefteya borî nêzî 800 malbat derbasî navçeya Bilbilê bûne.

Tê zanîn, hejmara malabtên çeteyan li Bilbilê gihaştiye 17 hezarî.

Li beranberî wê jî, tenê 5 hezar malbatên Efrînî yên resen mane.

Ev jî bi xwe re metirsiyên guhartina demografîk tîne.

Li Cindirêsê jî, ji ber hemû xanî û dibistan bi malbatên çeteyan ên ji Idlibê direvin tije bûne, êdî li nava zeviyan û di bin konan de dimînin.

Li navenda bajarê Efrînê jî, komên çete bi ser malan de digirin û xwediyên wan bi zorê jê derdidxin da malbatên xwe tê de bi cih bikin.

Hêjayî bîrxistinê ye, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandibû ku nêzî 160 hezar malbatên çeteyan ji Idlibê derbasî Efrînê bûne.

Leave a Reply

Back to top button