KOMCIVÎNA ÊLÊN HERÊMA FIRATÊ BI BANGA RAWESTANDINA GEFÊN TIRKIYÊ KIR BI DAWÎ BÛ

Bi silogana ‘Na ji gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, erê ji Sûriya ewle re. Komcivîna Êlên herêma firatê li gundê Tenhoze yê rojavayê bajarê Girê Spî li dar ket. Komcivîn bi banga rewastandina gefên dewleta Tirkiyê bi dawî bû. Her weha Êlên herêma Firatê teqez kirin ku ew her li pişta hêzên xwe bin.

Bi silogana ‘Na ji gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, erê ji Sûriya ewle re; Komcivîna Êlên herêma Firatê li gundê Tenhoze yê rojavayê bajarê Girê Spî li dar ket.

Di komcivînê de nêzî hezar û 500 rûspî û şêxên êlên herêmên Minbic, Reqa, Tebqa, Dêrazor, Cizîrê û nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD) û partiyên siyasî, amade bûn.

Gefên dewleta Tirk li ser herêmên bakur û rojhilatê sûrî hatin nîqaş kirin.

ÊLAN BANGA RAWESTANDINA GEFÊN TIRKIYÊ KIR

Komcivîna Êlên herêma Firatê bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Êlên herêma Firatê gotin:

Em li hev kom bûne da ku ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin ku gefên Erdogan dixwe, li gor berjewendiyên vejandina DAIŞ’ê, rêxistinên terorî ne.

Her weha kedên ji bo aştî û aramiya li Sûriyê têk bibe.

Bihaneyên rejîma Tirkiyê dûr rastiyê ne.

Me guleyek jî neavêtiye gelê Tirkiyê û ne jî avêtiye sînorê Tirkiyê.

Ji ber ku em aştiyê dixwazin.

Her tim banga diyalogê dikin û hewl didin aloziyê bi rêya projeya Rêveberiya Xweser çareser bikin ku teqeziyê li ser serwerî û yekbûna xaka Sûriyê dike.

Li ser vê bingehê, em bang li tevahî gelê Sûriyê dikin ku bi yekrefî li dijî van gefan bisekinin.

Her weha bang li Amerîka , Yekîtiya Rûsya, NY’yê, Meclisa Ewlehiya Navdewletî, Komkara Erebî û tevahî rêxistinên mafên mirovan dikin ku berpirsiyariyê hilgirin û li ser bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê bixebitin.

Di heman demê de bang li rêjîma Sûriyê jî dikin ku diyaloga cidî bi rayedarên MSD’ê re bi hedefa çareserkirina aloziya Sûriyê pêk bîne.

Di dawiyê de, soz û biryara xwe nû dikin ku li rex Meclisên Leşkerî yên herêmê QSD’ê, bisekinin.

Em bi Sûriya xwe ya bi jiyana hevbeş û xwişk û biratiya gelan ser bilind in.

Leave a Reply

Back to top button