ŞERVANÊ “HRE” ELÎ SALIH LI ŞEHBAYÊ JI ALIYÊ SEDAN VE HAT OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Elî Salih li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê oxir kirin.
Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya 3 şervanan ku di dem û li cihên cuda de şehîd bûne eşkere kir.

Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Elî Salih bi nasnav Zinar Canşêr di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîb bû.

Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ve ketin rê.

Li goristanê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Koordînasyona Kongreya Star axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina xeta şehîdan nû kirin.

Her wiha bal hat kişandin ser rola şehîdan di rizgarkirina ji bin destê dagirkeran.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê nasnemaya 3 şervanan ku li cih û demên cuda şehîd bûbûn, eşkere kir.

Nasnameyên şehîdan wiha ne,

Şervanê YPG’ê Mehmûd Qenber bi nasnav Şahîn Dîrok

Û şervana YPJ’ê Leyla Nesan bi nasnav Kurdistan Xemgîn

di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê şehîd bûbûn.

Şervana Tevgera Rizgariya Kurdistanê Îlham Mistefa bi nasnav Zîn Cûdî di nava têkoşîna rizgariya Kurdistanê de şehîd bibû.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Zinar di nava tilîliyên dayikan û sloganên silavkirina şehîdan de hat veşartin.

Leave a Reply

Back to top button