HER MECLISEK LEŞKERÎ LI GORÎ TAYBETMENDIYÊN XWE TÊN AVAKIRIN

Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li gorî pêwîstiyên pêvajoyê dest bi jinûve-avakirina sazumaniya QSD`ê kir. Ev biryar kengî hat girtin? Heta niha çend meclis hatine avakirin ? wê erka van meclisên leşkerî çi be?

Civîna Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser 22’ê Hezîranê lidar ket.

Di wê civînê de Fermendarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bernameya QSD’ê ya ji bo ji nûveavakirina sazumaniya QSD’ê ragihand .

Ebdî wê demê got:

“Me sazumaniya QSD’ê ku ji 70 hezar şervanî pêk tê ji nûveava kir; 30 hezar şervan ji bo parastina sînor, 5 hezar şervanên hêzên taybet û yên din di nav focên QSD`ê de ne.”

Piştî vê daxuyaniyê, hêzên QSD’ê li gorî pêwîstiyên pêvajoyê ji destpêka meha Gulanê ve li piraniya bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûrî dest bi prosesa ji nûveavakirina sazumaniya QSD`ê kir.

Li ser wê jî dest bi pêvajoya avakirina meclisên leşkerî li gorî taybetmendiyên her herêmekê kir.

Ev meclis, herêmên xwe diparêzin û parastina herêmê ji QSD, YPG û YPJ`ê werdigirin.

Ev biryar jî di nav biryarên civîna salane ya Fermandarên QSD’ê ku 24`ê Tebaxê de li bajarê Hesekê li dar ket, hat standin.

Ji Fermandarên QSD’ê Hesen Qamişlo got:

” Ev biryar li gorî pêwîstiyên pêvajoya heyî, xurtkirina pergala leşkerî ya her herêmekê li gorî taybetmendiya wê, da ku xwe li ser rêgeza mafê parastina rewa biparêzin, hat girtin.”

Fermandarê QSD’ê Hesen Qamişlo da zanîn ku prosesa avakirina meclisên leşkerî bi xwe pergaleke û wê li tevahiya bajar û navçeyên sereke yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk were.

” Heta niha avakirina 12 meclisên leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî hatiye ragihandin;

Meclisa Leşkerî ya Kobanê, Girê Spî, Tebqa, Reqa, Dêrazor, Şedadê, Hesekê, Til Birak, Til Temir, Serêkaniyê, Amûdê û Qamişlo.

Ji her meclisekê re fermendariyek giştî ji endamên meclisê bi xwe hatiye hilbijartin û ala wê ya taybet jî heye.

Leave a Reply

Back to top button