GUVEN: DI ROJA AŞTIYÊ DE MIROV TÊN KUŞTIN

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, di mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî de bal kişand ser rola Rêber Ocalan di avakirina aştiyê de . Guven got: Ocalan ji bo aştiyê aktorekî pir girîng e. Em bang li Mesut Barzanî û hemû siyasetmedarên Kurd dikin ku di bin sîwana yekîtiya neteweya Kurd de bibin yek. 

 

Di mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî ya li Wanê de, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê Leyla Guven axivî.

Leyla Guven diyar kir ku tevî ku îro roja aşîtiyê ya Cîhanî ye lê li gelek welatên cîhanê şer didome û got:

“Hîn li cîhanê mirov tên kuştin, Divê êdî aştî û biratî li ser vê axê pêş bikeve.

Em ê bi têkoşînê aştiyê bînin ser vê axê.”

GUVEN: QEYÛM DIJMINÊ JIN Û SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ YE

Leyla di nava axaftina xwe de behsa darbeya 19’ê Tebaxê ya li dijî şaredariyên Bakurê kurdistanê kir û got:

“19’ê Tebaxê darbe li vîna gel xistin.

Gelê Kurd li dijî Dehaq û Sedaman serî netewand, niha jî serî natewîne.

Ev qeyûm dijminê jinan û Hevserokatiyê ye. Gelê me wê pergala Hevserokatiyê bide qebûlkirin.

GUVEN: HELWESTA MUXALEFETÊ ERÊNÎ YÊ, LÊ TÊR NAKE

Leyla, bal kişand ser helwesta CHP’ê û muxalifên din û ev tişt gotin:

“Helwesta muxalefetê erêniyê lê têr nake.

Divê li her derê em bêtir dengê xwe bilind bikin.

Eger me nebin yek wê qeyûman erkdarî hemû şaredariyan bikin.

Piştî hêzên muxalif hatin cem hev Stenbol, Îzmir, Edene, Mêrsîn û Enqere qezenç kirin.”

GUVEN: DIVÊ HÊZÊN KURDÎ BIBIN YEK

Hevseroka KCD’ê diyar kir ku ji bo aşîtiyê Ocalan aktûrekî girîng e û wiha domand:

Brêz Ocalan dibêje ‘Dîrok şaş hatiye nivîsandin û şaş agahdar dike’ Şerê Melezgîrtê mînaka herî baş a vê yekê ye.

Gelê Kurd di nava 4 dewletan de parçe û asîmîle kirin.

AKP’ê tu carî destkeftiyên Rojava û Bakur qebûl nake.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Em bang li Mesut Berzanî û hemû siyasetmedarên Kurd dikin ku di bin banê Yekitiya Neteweya Kurd de, bên cem hev û bibin yek.”

Leave a Reply

Back to top button