PARLAMENTER GULUM: EGER MAF NEMA BIN, WÊ DEMÊ BERXWEDAN MAF E

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum diyar kir, darbeya qeyûm dûrî hiqûqê ye, û eger li welat hiqûq tune be wê demê berxwedan mafekî rewa ye.

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum dagirkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê yên HDP’î nirxand.

Gulum destnîşan kir ku dagirkirina şaredariyan beriya hilbijartinan hatibû plankirin.

Her tim Erdogan digot ” em ê qeyûman erkdar bikin”

Parlamentera HDP’ê destnîşan kir, desthilatdariya AKP-MHP bi vê rêbazê dixwaze li gel biryara dijber a gel jî desthilatdariya xwe bi hêz bike û got:

Dema gel bi rengekî girseyî li dijî vê bêhiqûqiyê raweste wê karibin desthilatdariyê asteng bikin.

Eger em bi hev re xwedî li pirsgirêkên xwe dernekevin ne demokrasî tê vî welatî, ne jî azadî û aştî.

Leave a Reply

Back to top button