QEYÛMÊ BAZÊ BERÎ HER TIŞTÎ PEYKERÊ EHMEDÊ XANÎ HILWEŞAND

Kirin û xerabiyên qeyûmên AKP’ê êdî roj bi roj derdikevin. Qeyûmê ji bo Şaredariya Bazîtê hatiye erkdarkirin beriya her tiştî peykerê Ehmedê Xanî hilweşand. Wî qeyûmî piraniya jêderkên şaredariyê ji bo ewlehî û edliyê xebitandiye. Li gorî rapora ji aliyê şaredariyê ve hatiye amadekirin, 2 milyon lîreyên Tirk hatine xerckirin. 

Derket holê ku qeyûmê ji bo şaredariya navçeya Bazîtê ya Agiriyê hatibû erkdarkirin û bi hilweşandina peykerê Ehmedê Xanî ket rojevê, beşek mezin a jêderkên şaredariyê di serî de ji bo ewlehî, edliye û diyanetê û gelek saziyên din xebitandiye.

Hevşaredarên HDP’ê yên di 31’ê Adarê de, ji bo şaredariyê hatin hilbijartin di rapora piştî lêpirsîn û lêkolînên amadekirinê de, hemû neduristiyên qeyûm derketin holê.

Qeyûm tenê ev pere xerc nekirin, di heman demê ji bo hin saziyên din jî ji budçeya şaredariyê pere xerc kiriye.

Qeyûm ji bo hin sazî, komele û weqfên cuda jî, rasterast nêzî sed hezar lîreyên Tirk xerc kiriye.

Leave a Reply

Back to top button