
Li Teksasê ku li başûrê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) ye, li Cotgehekê teqînek çêbû.
Di encamê de nêzî 18 hezar çêlek mirin.
Teqîn şeva duşemê li cotgeha Soûthfork a li nêzî bajarê Dîmmîtê pêk hat.
Komîserê Çandiniyê yê Teksasê Sîd Mîller bi daxuyaniyekê ragihand ku şewat di dîroka Teksasê de şewata herî giran a li cotgeha heywanan bû.
Rayedaran diyar kirin ku di encama teqînê de nêzî 18 hezar çêlek mirine.
Tîmên Agirkujiyê û polîsan kesekî li cihê teqînê asê mabû bi balafirê rakirin nexweşxaneyê.
Sîd Mîller anî ziman ku wan sedema teqîn û şewatê hînê tespît nekirine.
Şerîfê qada Castro Sal Rîvera ji qenala CBS re axivî û diyar kir ku dibe sîstema zibil a li axurê zêde germ bû be û teqîn jî ji ber vê yekê rû da be.