HRE: LI EFRÎNÊ 12 LEŞKER Û 4 ÇETE HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên wan ên li Efrînê yên li dijî çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên 3 rojên dawîn de 12 leşker û 4 çete hatin kuştin.

 

Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyên xwe yên dawîn de daxuyaniyek nivîskî weşandin.

HRE’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

31’ê Tebaxê hêzên rizgariyê li dijî erebeyek zirxî ya artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa çalakiyeke bibandor li dar xist.

Di encamê de ew erebe hat rûxandin û 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.

1’ê Îlonê hêzên rizgariyê li dijî leşkerên artêşa Tirk li derdora gundê Malikiyê û kela Şewarixa yên navçeya Şera kirin armanc, her wiha du çalakiyên sabotajê li hember wan li dar xistin. Di encamê de
4 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Her wiha hêzên rizgariyê encamê çalakiya xwe, ya ku di 29’ê Tebaxê de li dijî leşkerên dewleta tirk gundê Basûfanê yê girêdayê navçeya şêrawa kiribû ragihand.

Hêzên rizgairiyê ragihandin ku der barê wê çalakiyê de agahiyên zelal bi dest xistine û diyarkirin ku di vê çalakiyê de 8 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin.

 

Leave a Reply

Back to top button