FEYAZ: QSD LI DEVERA SÎNOR VEKIŞIYAYE, EM Ê GEL Û XAKA XWE BIPARÊZIN

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Mecîd Feyaz diyar kir ku QSD ji deverên weke ku ‘herêma parastina sînor’ hatine destnîşankirin vekişiya ye û herêm di kontrola wan de ye.
Feyaz got, Em dixwazin pirsgirêkan hemûyan bi rêya diyalog û siyasetê çareser bikin. Ger ku êrîşek bê kirin em ê gelên xwe û xaka xwe biparêzin.

 

27’ê Tebaxê Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê pêkanîna pêvajoya yekemîn a lihevhatina sêalî ya der barê ewlehiya sînor de ragihand.

Li ser wî esas jî hêzên YPG’ê û YPJ’ê tevî çekên xwe yên giran bi qasî 5 km destpêkê ji Serêkaniyê û piştre jî Girê Spî ji ser sînor vekşiyan û meclisên leşkerî yên herêmî dewir girtin.

Koalîsyona navdewletî gavên QSD’ê di vê pêvajoyê de erênî dinirxîne

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, piştî serdana Moskowayê ya bi rojeva Idlibê, bi gotina ‘Em ê di nava du sê hefteyan de bikevin herêmê’ ji nû ve dest bi gefan kir.

Buroya Ewlekariyê ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûrî 26’ê Tebaxê der barê mijarê daxuyaniyek weşand û diyar kir, hêzên wan ji bo lihevkirinê gavên pêwîst avêtine.

Lê belê tevî vê yekê jî gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê didomin.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Mecîd Feyyaz mijar ji ANF Soranî re nirxand û got:

Ewlekariya herêmê di destê meclîsa me de ye. Hêzên me li ser wezîfeya xwe ne û li hemû herêman serdest in.

Niha li Girê Spî Kurd, Ereb, Ermen, Tirkmen bi hev re dijîn. Rêveberiyeke hevpar ava kirine.

Em dixwazin pirsgirêkan hemûyan bi rêya diyalog û siyasetê çareser bikin, lê belê eger êrîşek li dijî me bê kirin em amade ne ku xaka xwe û gelên xwe biparêzin.

 

Leave a Reply

Back to top button