
Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), rapora meha tebaxê ya binpêkirina mafên rojnamegeran parve kir û diyar kir ku di meha Tebaxê de binpêkirin derket asta herî jor.
ÎRA’yê got ku di 10 rojên dawî yên Tebaxê de 15 rojnameger hatin binçavkirin û hêj 146 rojnameger girtî ne.
Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), rapora meha tebaxê ya binpêkirina mafên rojnamegeran parve kir.
ÎRA’yê, diyar kir ku zext û tundiya li ser rojnamegeran her ku diçe zêde dibe.
ÎRA bîlançoya meha Tebaxê ya zextên li ser rojnamegeran wiha parve kir:
* 15 rojnameger hatin binçavkirin.
* Li 5 rojnamegeran doz vekirin.
* Gihandina 700 nûçeyan asteng kirin.
* 2 rojnameger rastî lêdanê hatin.
* Rojnamegerekî ji ber zextan dest ji rojnamegeriyê berda.
* Li Wan, Amed, Mêrdîn û Stenbolê bi dehan caran rojnamegerên ku çalakî dişopandin rastî astengiya polîsan hatin.