GABIREL SOMA: TERORÎSTÊN LI IDLIBÊ LI DIJÎ EMERÎKA Û HEVAKRÊN WÊ YÊN LI HERÊMÊ GEF IN

Endamê Meclisa Şêwirmend a Serokê Emerîkayê Gabrîyel Soma diyar kir ku ”hebûna çekdarên terorîst li Herêmê li dijî Emerîka û hevkarên wê gef e”.

 

Endamê Meclisa Şêwirmend a Serokê Emerîkayê Gabrîyel Soma ji ajansa North Press re axivî.

Gabrîyel Soma tekez kir ku balafirên şer ên Emerîkayê ” Li Bakurê Sûrî deverên çeteyên QAÎDEyê bombebaran kir” ji ber ku, li gorî Gabrîyel, ev çete li dijî hemwelatiyên Emerîka û hevkarên wê li herêmê gef in”.

Gabrîyel destnîşan kir ku ”roja îroj Sûriye ji komên tundrew re bûye stargehek, nemaze çeteyên DAIŞ’ê”

Endamê Meclisa Şêwirmend a Serokê Emerîkayê Gabrîyel Soma tekez kir ku Emerîka û hevkarên wê, wê li herêmê têkoşîna li dijî terorîstan bidomînin û rê li ber belavbûna wan bigirin.

Şemiya borî Wezareta Parastinê ya Emerîkayê Pentagon, ragihand ku hêzên Emerîkî yên ezmanî li bakurê Idlibê êrîşek li dijî çeteyên El-QAÎDEyê pêk anî.

Êrîş li dijî çeteyên dewleta Tirk ên bi navê ”Ensar El-Tewhîd” pêk hat.

Di encama êrîşê de bêhtirî 45 çete hatin kuştin û 23 jî birîndar bûn.

 

 

Leave a Reply

Back to top button