LEYLA GUVEN: PÊDIVIYA ROJHILATA NAVÎN BI MANÎFEASATOYA OCALAN HEYE

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li Colemêrgê bang li hemû hêzên Tirkiyeyê kir ku guh bidin peyama Rêber Ocalan .
Guven got:
Pêdiviya Rojhilata navîn bi manîfestoyên Abdullah Ocalan heye.

 

Hevseroka (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven piştî greva birçîbûnê ya 200 rojan cara yekê çû Colemêrgê.

Rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyên Colemêrgê, Leyla Guven li Qada Azadiyê bi girseyî pêşwazî kir.

Girse ji Qada Azadiyê heta avahiya HDP’ê ya Colemêrgê meşiya.

Leyla Guven yekem car xîtabî gelê Colemêrgê kir û got:

Ez girtî bûm lê bajarê me dîsa li vîna xwe xwedî derket û em hilbijartîn.

Ez rêzdarî û hurmeta xwe ji we re pêşkêş dikim.”

Guven, bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê û MHP’ê û wiha lê zêde kir:

“AKP’ê 18 sal in tu tişt neda gelên Tirkiyeyê.

Îktîdara xwe parast û xwe parast weki din tiştek nekir.

Ji ber wê em careke din dubare dikîn û dibêjin banga birêz Ocalan bangek bi rûmet e û dibêjin bila AKP hişê xwe komî serê xwe bike.

Guven, herî dawî bang li hikûmetê kir û xwest ji bo aştiyek mayinde guh bide banga Rêber Ocalan û wiha bi dawî kir:

” Pirsgirîka Tirkiyeyê ya herî bingehîn pirsgirîka kurd e.

Ji ber vê yekê gava ku me dest bi grevên birçîbûnê kir, me bal kişand ser tiştekî. Me got ku AKP û MHP bi zanebûn dengê birêz Ocalan qut dikin.

Ew dizanin ku birêz Ocalan biaxive wê roj li Rojhilata Navîn hilê.

Ne tenê li Tirkiyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn dengê birêz Ocalan sekna wî, felsefeya wî têra tevahiya gelan dike.

Divê em bibîn yek û li dijî perçekirinê li ber xwe bidîn. Em bi xwe bawer in serkeftin ya me ye.”

Leave a Reply

Back to top button