ŞANDEYEKE JI DESTEYA DERVE YA HIKÛMETA NÎCÎRYAYÊ SERDANA RÊVEBERIYA XWESER LI EYN ÎSAYÊ KIR

Şandeyeke ji desteya derve ya hikûmeta Nîcîryayê serdana navenda rêveberiya xweser li Eyn Îsa yê kir.

Şandeya Nîcîrî ku ji Mûsa Hebîb Marîk û Iyad Mihemd El-Mûdî pêk tê, ji aliyê hevserokên buroya têkiliyên derve hat pêşwazîkirin.

Şandeya Nîcîrî û hevserokên buroyê li hev civiyan û mijara avakirina dadgehe navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê hat nîqaş kirin.

Şandeya jî piştgiriya xwe bi avakirina dadgehê li bakur û rojhilatê sûrî anî ziman.

Şandeya Nîcîrî ji buroya têkiliya derve daxwaza wegirtina 3’ê zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên Nîcîrî kir.

Hevseroka buroya têkiliyên derve ya rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûrî Emel Dada serdan şandeyê bi erênî nirxand.

 

 

Leave a Reply

Back to top button