FEYAZ: QSD LI DEVERA SÎNOR VEKIŞIYAYE, EM Ê GEL Û XAKA XWE BIPARÊZIN

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Mecîd Feyaz diyar kir ku niha herêm di bin kontrola wan de ye û dixwazin pirsgirêkan hemûyan bi rêya diyalog û siyasetê çareser bikin. Lê belê eger êrîşek bê kirin ew ê gel û xaka xwe biparêzin.

 

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Mecîd Feyyaz mijara gefên Tirkiyê ji ANF re nirxand

Mecîd Feyaz diyar kir ku ewlekariya sînorê herêmê di dest wan de ye û got:

Hêzên me li ser erka xwe ne û li hemû herêman serdest in.

Niha li Girê Spî Kurd, Ereb, Ermen, Tirkmen bi hev re dijîn. Rêveberiyeke hevpar ava kirine.

Em dixwazin pirsgirêkan hemûyan bi rêya diyalog û siyasetê çareser bikin, lê belê eger êrîşek li dijî me bê kirin emê gel û xaka xwe biparêzin.

27’ê Tebaxê Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê pêkanîna pêvajoya yekemîn a lihevhatina sêalî ya der barê ewlehiya sînor de ragihand.

Li ser wî esas jî hêzên YPG’ê û YPJ’ê tevî çekên xwe yên giran bi qasî 5 km destpêkê ji Serêkaniyê û piştre jî Girê Spî ji ser sînor vekşiyan û meclisên leşkerî yên herêmî dewir girtin.

Koalîsyona navdewletî û Wezareta Parastinê ya Emerîkayê Pentagonê ev yek bi erênî nirxandin û bi niyeta pak a pêkanîna lihevkirinê pênase kirin..

Tevî van gavan jî dewleta Tirk gefên xwe li ser herêmê didomîne.

Herî dawî Erdogan, piştî serdana Moskowayê, bi gotina ‘Em ê di nava du sê hefteyan de bikevin herêmê’ ji nû ve dest bi gefan kir.

Leave a Reply

Back to top button