LAVROV Û ZERÎF KOMÎTEYA DESTÛRÎ GOTÛBÊJ KIR

Duh Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi hempîşeyê xwe yê Îranî Mihemed Cewad Zarîf re li Moskoyê civiya.
Di hevdîtina wan de gelek mijar hatin gotûbêjkirin, di nav de aloziya Sûrî bû.
Hat zanîn ku herdu wezîran qala pêvajoya Astana û avakirina komîteya destûrî kirin.

Di dawiya hevdîtinê de, kongreyek çapemeniyê hat lidarxistin.

Di kongreyê de, herdu wezîran teqez kirin ku wê di nîvê vê mehê de civînek navbera serokên Rûsya, Îran û dewleta Tirk de were lidarxistin.

Di vê de barê de Wezîrê Rûsî bal kişand ser astengiyên pêşiya hersê hevkarên aloziya Sûrî yên derbarê komîteya destûrî.

Hêjayî gotinê ye, komîteya ev demeke di rojeva aliyên pêwendîdar de ye, hemû pêkhateyên Sûrî di bin sîwana xwe de kom nake.

Leave a Reply

Back to top button