LI MINBICÊ 866 MAMOSTE BEŞDARÎ DEWRYÊN PERWERDYÊ BÛN

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û gundewarê ji bo bilindkirina asta mamosteyan dewreyeke nû ji wan re, vekir.

 

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û gundewarê du navendên ji bo perwerdekirina mamosteyan vekir.

Ev dewreya yekemîn a îsal e.

Derdora 866 mamoste ji mamosteyên nû yên ku di ezmûna komîteyê de bi serketine û hatin erkdarkirin beşdarî dewreyê dibin.

Girêdayî mijarê çavdêrê madeya bîrkarî yê navenda perwerdeyê ya dibistana pîşeyî ya amadehî ya bajarê Minbicê Hisên El-Hisên got:

“Me ji 1’ê Îlonê ve dest bi dewreyê kiriye.

Ev dewre wê 14’ê Îlonê, bi ezmûna diyarkirina asta mamosteyan bi dawî bibe.

Mamoste waneyên girêdayê rêbazê wanedayîn û waneyên fikrî, dibînin.”

Leave a Reply

Back to top button