DAYIKÊN AŞTIYÊ JÎ EV 3 ROJIN LI DIJÎ DORPÊÇA MEXMÛRÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ KIRIN E

48 rojin Wargeha Penabaran a Mexmûrê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve dorpêçkiriye.
Li dijî vê dorpêçê Dayikên Aştiyê yên Wrgeha Mexmûrê jî ev 3 roj in li ber benda kontrolê ya Asayîşa PDK’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirine.
Dayîkên aştiyê diyar kirin ku heya dorpêç li ser wargehê ranebe, ew dest ji çalakiyên xwe bernadin.

 

17’ê Tîrmeha 2019’an, li xwaringeheke li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’a Tirk Osman Kose hat kuştin.

Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan û dorpêç li ser hat danîn.

Ev 48 roj in dorpêç li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike.

Dayîkên Aştiyê xwestin wek şandeyekê serdana berpirsên Hewlêrê bikin, lê dîsa rastî astengiya asayîşa PDK’ê hatin.

Ev 3 roj in Dayikên Aştiyê yên Wargehê li ber benda kontrolê ya Asayîşa PDK’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirine.

Dayîkên aştiyê diyar kirin ku heya dorpêç li ser wargehê ranebe, ew dest ji çalakiyên xwe bernadin û wê çalakiyên wan berdewam bikin.

Hevseroka Şaredariya Wargehê Leyla Îlhan der barê mijarê de ev agahî dan:

Me xwest em duh bi waliyê Hewlêrê û Wezareta Navxweyî re hevdîtinek pêkbînin.

Ji me re gotin, wê sibe hevdîtinek bi Wezareta Navxweyî re pêk were û şandek ji Mexmûrê biçe wir.

Lê heya niha ti agahiyek nedane me.

Leyla Îlhan ragihand tîma tenduristiyê ya ku xwest rewşa dayîkan kontrol bike ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hate asteng kirin.

Leave a Reply

Back to top button