AKP’Ê DAXWAZA AVÊTINA EHMED DAÛD OGLU JI PARTIYÊ KIR

Hikumeta AKP’ê êdî gihaştiye astekê ku rojane endamekî yan jî destkeftiyekê weda dike.
Ev jî ji bûyera ku herî dawî di Tirkiye de rû daye, diyar dibe .
Hat ragihandin ku Hikumeta AKP’ê dixwaze Ehmed Dawûd Oglu tevî sê parlamenterên din ji partiyê biavêje.

 

Rayedarekî Tirk ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji ajansa Rueterzê re ragihad, hikumeta AKP’ê dixwaze serokwezîrê berê Ehmed Dawûd Oglu tevî 3 parlamenterên din ji partiyê biavêje.

Rayedar got komîteya navendî ya partiya AKP’ê di civîna xwe ya roja Duşemê de daxwaz kiriye ku Dawûd Oglu tevî hersê parlamenterên din ji partiyê werin avêtin.

Hersê parlamenterên din jî ev in:

Ayhan Sefer Ostun, Selcûk Ozdag û Abdullah Başcî.

Tê payîn ku biryara dawî di der barê avêtina wan de di demên pêş de were derxistin.

Ehmed Dawûd Oglû berê ji mezintirîn rayedarên partiyê bû û gelek caran siyaseta AKP’ê û Erdogan bixwe jî rexne kirine.

Hêjayî gotinê ye, piştî hikumeta AKP’ê û serokê wê Erdogan di hilbijartina bajarê Stenbolê de bi bin ketin, êdî tevliheviya di partiyê de zêde bûye û rêjeya veqetandin endamên wê jî cihê fikaran e.

Ev Hemû jî tenê tiştekî nîşan dide, ku hikumeta faşîst a AKP’ê ber bi hilweşînê ve ye..

Leave a Reply

Back to top button